21 Ağustos 2009 Cuma

Aram Tîgran ê Me


ARAM TÎGRAN Ê ME

Ay dîlberê, birîndarê, xemgînê, rebenê
Îro gula baxê me cilmisî ax ev çi hal e?
Ey dîlberê dîsa havîna me bû zivistan
Berf e û baran e li dil bilbilan nalenal e.

Ey dilberê roj nehilat warê me bû tarî
Derd û kul û keser,aşît ser me de barî
Dîsa berbangek xera bû ax me wêrane
Îro me şîne rondik çavên me bûn kanî

Ey dilberê ax xebereke nexêr me re hat
Dibijin:hozan Aram nav sekeretê de ye
Apê Aramê ne kale hê jî bo me cîwane
Û xwestinên wî jî gorîstanên Amedê ye

Ay dilberê dil keserê,rebenê,xemginê
Daê hozan Aram ê bav File dilê me ye
Kekê meye biraê meye û ew apê meye
Ew bi rûmetî çû ber dilovaniya Xwedê

Ay dilberê Aramê me Feqîyê Teyran e
Ew rêberê çanada hemû gelê Kurdan e
Û hevalê Apê Musa dostê Ciger xwîn e
Ew tim riya Evdalê Zeynikê de rêwî yê

Ay dîlberê de were îro me şîn û şîwan e
Kulek û êşek ketîye nav serê apê Aram
Ne hekîmê loqman ne bijîjk cem tune ye
Derdê wî qasî çiyayê sîpanê xelat giran e

Ay dilberê xemgînê tu keça gelê Kurdanî
Tu nav awazên Aramê me de tê nasîn, dijî
Kilamên Aram tim bo me Kurdan diyarî ye
Dilê wî de tim ax, war û welatê Kurdistan e.

Can dayê Aramê me te re digot:Ay dilberê
“Tu him gulî him rihan î,
Tu him derdî him derman î
Him hekîm î him loqman î
Wêran ez im malim xirab.”
Na na tu namirî, hozanê me Aram Tîgran.


Mehmet Çobanoglu
09.09.2009
Yildirim

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder