10 Temmuz 2011 Pazar

EGÎTÊN NEMİRÎN

Fixan, fîzara bilbilan û axîna sor gulane
Awaza bilûran, kale kala berx û karane
Ax li me meyîtê Egît anîne pêş malane
Dengê girînê dayikan qubinîya wan kewokane

Ewrên reşin warê me de palepalin tûj digerin
Çem û robaran bi coşe û kevir, zinar dinalin
Bi erd û ezman xemgînin, kanî, newal xwîn dikişin
Ez qurbana we şêran bim, pakrewanên me jî bînin

Li mar û mişkan xişîne, ser welatê me de şîne
Dîsa şereke girane; rewşa Egît gel dêşîne
Darbesta sor ser milane li me kule, derde, keser
Were dilo, dil xemgîne xema neke têkoşîne

Xem û xeyalê me heye Egit’ê me canê me ye
Hey cîhana reş pir xopan ev şerê me û Romê ye
Ez qurbana wan ciwanan Egît’ê me hevalê wan
Mirin, mayîn me re heye, berxwedan jî rizgarî ye

Rizgar nebe welatê me lê ew kêmasîya me ye
Ew derde ew xeme li me, wê gavî gel jî bêhaye
Navê şêr ê me pir xweşe hewldana wî rûmet e
Pêşwazîkin pakrewanan Egît lawê me Kurda ye

Mehmet Çobanoglu
06.07.2011
Yildirim

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder