10 Kasım 2011 Perşembe

KEÇ Û BÛK JÎ NAVDANE

Bala xwe bidin gulan ê herî rind şîlanin
Pir nazikin pir keleş qîzên Kurdan çav reşin
Dev kenin dev biçukin rû xalin her dem kubar
Mîna qaza, werdekan wek kevokan dimeşin

Pir jîrin pir jî xurtin qiz, bûkên me şoreşin
Ala wan kesk û sor-zer; milên wan de keleşin
Rizgarî,-dijraberî tim dixawzin azadî
Ev pergelê şoreşî mêr -jin, xort,-keç wekhevin

Rojhilat roj hat xuyan şahî, evîn ket dilan
Dengê keçên keleşin mîna dengê qulingan
Bejn û bala wan zirav porê wan jî honanî
Hemû bûne berîvan şîr didoşin elbikan

Ev der warê şêrane gul û gulpik navdane
Tev jî keç û bûkên me hemû jî çûn çiyane
Dilê wan de jiyane şoreşîya gelane
Yek Sosin yek Berîvan hemû jî tim lehengin

Deng jî dengê dilane, reng jî rengê gulane
Azadî tim jîyane rabûn jinên Kurdan e
Berxwedan me ferze serbestî tim rûmete
Ev şer şerê azadî keç û bûk ji navdane

Mehmet Çobanoglu
08.11.2011
Yildirim

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder