Bihara me de rabe were
Van berf û qeşa bihelîne
Ez xerîbê van bajaran me
Min biparêze û bihewîne
Biharê were were êdî bes!
Ez dîsa di vê belengazîyê de
Ez bêkesê û ez stû xahrê
Li ez rêwîyê westîyayî me
Biharê were, min dereng e
Gul û kulîlkan bixemilîn e
Ez rabûm û diçim bo welat
Welatê me tim nav û deng e
Biharê xweş biharê de were
Êşa nav dilê min pir giran e
Bi ez per û baskên şikestî ve
Salane ez nav xerîbîyê de me
Biharê germa deşt û zozana
Ji bo welat ez gêj û dîn bûm
Ez dil birîndar ez bêhal bûm
Dikim herim welat jî pir dûr e!
Biharê ez her dem zar û zarim
Û nav xem û xeyala de dinalim
Şêtî û dînî be jî bengî û bengî
Ez war û welatê me daxwazim
Bike bilezîne de were û were
Bihara me bi lezû û bez were
Eaz bendî te ez hêvîya te me
Ez rêwîyê ser rîya can û dila me
Biharê were demê jî gulîstane
Min rêvîke û isâl dil min şake
Ez dikim herim bajara Qers ê
Bi nav zozanê wê de gulan veke
Mehmet Çobanoglu
23.04.2009
Stenbol
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder