4 Şubat 2011 Cuma
GULÊN WARÊ ME QETANDİN
GULÊN WARÊ ME QETANDİN
Ev çi xişme bû parame? agir xistin nav dilên me
Xule xule kul dikişe, ev çi rewşw hat serê me
Çiqli gulên me şikestî, dilê gelên me birîndar
Em kûr vedin bi her destan em bibînin cîwanên me
Destmalan bînin tev bigrîn îro me re reş şîvane
Qêrîne û me fîxane, kele kela nav dilane
Norşîn’ê û li Bidlîs’ê her warên me gorîstanin
Botan, Xerzan û Çewlîk’ê zare zara me gelane
Kûr vedin tevir û bêran hemû axa ser Norşîn’ê
Cîwan kuştin û veşartin leşkerê dewlet’a Rom’ê
Gulîstan’e, Kurdistan’e îro me re derdistan’e
Gemara vê şerê qirêj îro dîsa derket holê
Sergo bibe tev para wan cîwanên me xistin dafê
Artêşa Rom’ê faşîste bala xwe bidin wê hêlê
Termên xort û bi keçên tev xistine nav li kortalan
Hovîti ya Rom’ê eve bêwîjdan û bêhişî ye
Dil kelandin, goşt qelandin gulên warê me qetandin
Hatin leşkerên Rom’ê nin ser me de agir barandin
Nav barên wan de gulene, wargehê wan cebirxane
Koma wan jî tu ne kome hemû gurin û berazin
Vedin vedin û kûr vedin laşên cîwanên me derxin
Em qurbana termên wan bin derb xwarine û faşistan
Ev karê wan qeleşane, şuxulê dewleta Rom’ê ye
Bangî gelên Kurdan bikin meyîtên me berhev bikin
Cîhanê re dîyar bikin ev şerê bo Kurdîstan’ê
Bi hemberê van faşîstan ji bo doza rizgarîyê
An tunebûn an hebûne bîmîne tek libek li me
Bi ehd û sond bizanibin, emê ava kin azadîyê
Mehmet Çobanoglu
27.01.2011
Yildirim
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder