4 Şubat 2011 Cuma

NEWRZ’A BİŞAN


Pir xweşe pir şêrîne, roj jî îro Newroz’e
Rabin werin em kombin îro me re dilane
Roj hilat roj hat xuya, berf helîya Bihar’e
Ax a me de adanî wek jiyana dilane.

Zivistan’a reş qedîya îro şûnde Havîn’e
Ev roja me gelane, Newroz herdem jîyane.
Werin em herin qadan azadîyê pîroz kın
Hewldane, serîhildan rîzgarîya Kurdan’e.

Newroz’a me pir xweş diroka wî pîroze
Dijminê me zehf hovin, ala me jî geweze
Em bêtirsin, em gelin; pîrê me jî Kawa’ye
Welat’ê me zozan’e navde gul û lîloz e

Ji bo hemû gelên me, pêtalên azadîyê pêxin
Welatê me avakin Newroz’a me jî şênkin
Qers’ê heta Duhok’ê Wan’ê heta Afrîn’ê
Dilanekî tev çêkin bi defê û zirnê xin

Ew Newroz’a siltanî bi dar, gopal hilanî
Terka Zivistan’ê da, li me re Bihar anî
Pir xweşe pir şêrîne, me re îro Newroz’e
Rizgarî ya gelane bimeşin şeng û şaî.

Mehmet Çobanoglu
08.01.2011
Yildirim

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder