4 Şubat 2011 Cuma

KEDKARÊN BERDARÎ



KEDKARÊN BERDARÎ

Em karker û gundînin ceh, genim direşînin
Bax û baxçe, zevîyan em şitilan çik dikin
Em siban heşyardibin heta dema êvar’ê
Em wek mîna mûrî’yan hewldidin- kar dikin

Em kedkar û gundînin em her dem dişuxulin
Bi dest destan, mil milan em bi hev re kar dikin
Em bê bizar bê aciz tu germ û sar nabijin
Dasan, tirpanan, rapêlkan û zad’a top dikin

Em karker û gundînin, bi her dem em bi hêzin
Em xofa ser zorbazan, em tirsa ser her dizan
Em bi destên huner tevir, bêr û bi çakûçan
Xwelîyê dişuxulînin firağa çêdikin

Em kedkar û karekerin em rê didin rotatîfan
Vê pergala karsazan em tu car natirsin
Em dolav’a, masûley’a her dem daraz dikin
Patron, axa qet tunebin emê dîsa bijîn

Bi wêr de û bi vir de em tim xwêdan dirêjin
Em dizeka, bênamûsan, kedxwaran dizanin
Pergala wan neyarê mîrovatîyê ye
Em bi dil dimeşin em şoreşîyê dixwazin

Em karker û kedkarin emê wana wêran kin
Bi karsazan û axan, bi hemû şêx û mîran
Bo aştî yê em pêne em naxwazin dadgeran
Emê bo şoreşîyê dinyakî nû ava dikin

Mehmet Çobanoglu
18.11.2010
Yildirim

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder