4 Şubat 2011 Cuma

PÊŞENGÊ ME

Welatê me xweş diyare, rawestgeha dilane
Bala xwe bidin çiyan navde koma şêrêne
Bangî neyaran kin lawên gelan natewin
Ev koma me hevalan keç û xortên Kurdane

Em rabûn em ser pêne, şervanên em dozvanin
Bakur, başûr, rojava hemû gelê me pênin
Zimanê me hebûne xwastinên me welate
Xort û keçên me mêrin em dîl û xulam nînin

Rabin werin lez werin lehengên gelan werin
Çavê me rêya we ye em zû de bendê we nin
Destê we de ala me dilê me de welate
Nêta we de tim aştî rojhilat hûn dimeşin

Barê me pir girane nav de doza Kurdane
Refê me refê şêran salane em çiyane
Em rêwîyên jiyanê dimeşin şevan, rojan
Em şervanên cîwanên rêberê me pir zane

Ev rabûna gelane û hewldana Kurdane
Pêşengê me pir mêre tu car axa me nade
Ev şerê azadiyê şoreşger jî navdane
Apo’ ye serokê me, paytexta me Amed’e.

Mehmet Çobanoglu
12.05.2004
Yildirim

1 yorum:

  1. Silav û rêz kekê ez xwediyê bloga http://ararat-welat.blogspot.com/ im helbestên te gelekî xweş in... malpereke me ya bi navê www.serhed.org heye gel tu bixwazî em dikarin li wir de helbestên te biweşînin... kerema xwe bersiva xwe vê maîl ê re bişîne serhevde@hotmail.de

    YanıtlaSil