Wey li min birê min mirov canê xwe nakuje,
Binhêre xwîn min diçe nasekine xwîna min
Çepê min de birîne, kezeba min de xwîne,
Tu bûyî agirê min dişewite canê min!
Zalim bira te min xist, her derê min jî dêşe,
Lo zalim dil keviro, tu bira ez xwîşka te!
Te agir xist dilê min dişewitim agir, pêt
Lo xedar te min xist, ma ev çi sitem çi kule?
Ez xezala van çiyanan; te min hişt birîndar,
Xwîn dikişe dilê min nêçîrvanê canê min…
Wey kê te re çi got, te çima qêmişî min kir?
Ax çanda hov kevneşop, bira min xist ez xwîşkim!
Nabêjim kor be kujtarê min biraê zalim….
Ez kûr birîndarim, te agir xist nav dilê min,
Te min xist te negot nav dilê wî de can heye?
Ez diçim gorîstana tu jî diçi zindanan.
Diyarê mirinê paşila evînê de me!
Ezim dîsa her çar alî de hatim ber gulan;
Ma ev ole, ma ev çande? lo bira te min kuşt
Bi Wan’ê û Tatwan’ê bo xêra çanda pir hov.
Ez tawanbarên evînê tu mêrkujê min î,
Çanda wiha xera be jiyaneke ha dibe?
Bi Çobanoglu qêrîne bo sîstema gemar,
Hilweşînin çandên hov, çêkin cîhaneke nû.
Mehmet Çobanoğlu
21.01.2011
Yildirim
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder